* Fotograf: Sora Shimazaki / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Rapora xwe ya Cezayê Mirinê ya 2020an aşkere kiriye. Li gorî rapora rêxistinê di van sê salên dawî de hejmara cezayên mirinê di deh salên dawiyê de daketiye asta herî hindik.
Digel ku di asta cîhanî de meyla kêmbûnê di pêkanîna cezayê darvekirinê de heye, li hin welatan berovajî vê rewşê ye.
- Li Misirê hejmara cezayên darvekirinê yên di salekê de pêk hatine, sê qatan zêde bûye.
- Çînê ji bo sûcên têkildarî tedbîrên COVID-19ê de asteng bike, cezayê darvekirinê daye.
- Rêveberiya berê ya DYAyê di nîvê 2020an de 10 kes dar ve kiriye.
- Îran, Misir, Iraq û Erebistana Siûdiyê ji sedî 88ê darvekirinên di sala 2020an de li cîhanê pêk hatine, berpirsiyar in.
- Îran ji sedî 56ê darvekirinên li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur berpirsiyar e.
- Li Bahreyn, Belarûs, Japonya, Pakistan, Sîngapûr û Sûdana ku di sala 2019ê de cezayê darvekirinê hebû, di sala 2020an de ev ceza pêk nehatiye.
- Di sala 2020an de li Çad û eyaleta Coloradoyê ya DYAyê cezayê darvekirinê rabûye.
- Qezexistanê misoger kiriye ku ew ê li gorî hiqûqa navnetewî tevbigere û cezayê darvekirinê rake. Barbadosê pêvajoya reformê ya ku darvekirina mecbûrî radike, temam kiriye.
- Misira ku di sala 2020an de jî cezayê darvekirinê pêk aniye, hejmara darvekirinan li gorî sala borî sê qatan zêdetir kiriye.
- Hindistan, Umman, Qeter û Tayvan ji wan welatan e ku cezayê darvekirinê ddin û pêk tînin.
Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur
Li gorî raporê ji sedî 90ê darvekirinan Çîn ne tê de li Rojhilita Navîn û Afrîkaya Bakur pêk hatine.
Pênc welatên ku di sala 2020an de herî zêde mirov dar ve kirine ev in: Çîn (zêdetirî ji hezarî), Îran (herî hindik 246), Misir (herî hindik 107), Iraq (herî hindik 45), Erebistana Siûdiyê (27).
Par 16 jin hatine darvekirin.
Di sala 2020an de li gorî zanyariyên li ber dest herî hindik 483 kes hatine darvekirin. (Çîn, Koreya Bakur, Suriye û Vîetnam daneyên derbarê darvekirinan de weke sirên dewletê dihesibînin û parve nakin. Ji ber wê ye ku di nava vê hejmarê de hejmarên van çar welatan nînin).
Ev hejmar kêmtirîn hejmarên 10 salên dawî ne ku Rêxistine Efûyê ya Navnetewî wan tomar dike.
Li gorî sala 2019ê ji sedî 26, li gorî sala 2015ê jî ji sedî 70ê kêm bûye ku di sala 2015ê de hezar û 634 kes hatibûn darvekirin. (AS/FD)