Fotograf: ÎSÎG
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Karkerên Sînboyê yên ku bi Kod 29ê ji kar hatine derxistin, xwestine li pêş kargeha ku li Haramîdereya Stenbolê ye biryara 1ê Gulanê ya Walîtiya Stenbolê protesto bikin.
Polîsên ku ji ber pandemiyê destûr nedaye karkerên Sînboyê daxuyanî bidin karkerek Sînboyê, nûnerekî sendîkayê û sê rojnameger desteserkirine.
Polîsan Dîlben Turker, karkera Sîboyê, Onûr Eyîdogan, Nûnerê Stenbolê yê Sendîkaya Karkerên Metal û Otomotîvê(TOMÎS), Taylan Oztaş, nûçegîhanê Ozgur Gelecekê, Serpîl Unal, nûçegîhanê Yekitiya Tekoşînê û Kardelen Yogûngan, nûçegîhanê Kizil Bayrakê desteserkirine û birine qereqolê.
(HA/AY)