Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Amedê di 5ê Nîsanê de 16 jin hatibûn desteserkirin. Ji wan 6 jin hatine girtin, 9 jin şertê kontrola edlî serbest mane û ji jinekê jî cezayê hepsa li malê hatiye birîn.
Her weha dema desteserkirinê ya 8 jinan jî 48 saet dirêj kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 24 jinên ku li Amedê roja Duşemê hatibûn desteserkirin,16 jê duh (8ê Nîsanê) piştî nîvroyê birine edlîyeyê.
Piştî îfadeya li dozgeriyê Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst Satiye Ok, şêwirmenda çapemeniyê ya Parlementera HDPê ya Amedê Remziye Tosûnê Gûrbet Ozel, şêwirmenda berê ya Parlementera HDPê ya Amedê Dersim Dagê Leyla Akgul, Hasîbe Akçay, Dayika Aştiyê Nezahat Teke, nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, Ayşen Kanûş, Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya DBPê Zeynep Uren, Endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîm Bîçîcî, Eylem Ceylan, Nalan Ozen û Hayat Akyol sewqî dadgehê hatine kirin.
Jinên ku hatine girtin
Dadgeha Cezê ya Sulhê ya Nobedar a Amedê bi îdiaya "endamêb rêxistinê ne" biryara girtina Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal, Şehrîban Zûgûrlî û Fîgen Aras daye.
Jinên ku serbest mane
Dadgehê Zeynep Uren, Eylem ceylan, Sevîm Bîçîcî, Berîtan Canozer, Gûrbet Ozel, Şîlan Elmas Kan, Nalan Ozen û Hasîbe Akçayê jî bi şertê kontrola edlî serbest kiriye. Li Nezahat Tekeyê jî cezayê hepsa malê biriye.
Jinên ku dema desteserkirina wan hatine dirêjkirin
Aktivîstên TJAyê Zelal Bîlgîn, Emîne Kaya, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakûş Ûlûg, Rûken Bekalp, Hevseroka HDPê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, Hevseroka DBPa Amedê Seval Gulmez, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş û Rabîa Tekas dema desteserkirina wan 48 saet hatiye dirêjkirin. (EKN/AY)