Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
6em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îtiraza dozgeriyê ya têkildarî serbest mayîna rojnamegeran qebûl nekiriye. Li Wanê Osman Şiban û Servet Tûrgût ji aliye leşkeran ve hatibûn desteserkirin û piştre ji helîkopterê hatibûn avêtin. Rojnamegeran ev bûyer kiribûn nûçe û piştre hatibûn girtin. Dadgehê biryara serbest mayîna wan dabû û dozgeriyê îtiraz kiribû.
Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê, Şehrîban Abî, nûçegîhana Jinnewsê û rojnameger Nazan Sala di 6ê Çiriya Pêşiya 2020an de hatibûn desteserkirin û 9ê heman mehê de hatibûn girtin. Di gel çar rojnamegeran ji Zeynep Dûrgût, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê re jî doz hatibû vekirin.
Rojnameger di 2ê Nîsanê de di danişîna yekem de serbest mabûn. Danişîn di 5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê de pêk hatibû. Dozgeriyê îtiraza serbest mayîna rojnamegeran kiribû.(AY)