Fotograf: Katra / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Ewlehiya Civakî bersiva Navenda Lêkolênê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorgeşger (DISK-AR) daye û di vê bersivê de rewşa ‘Kod 29ê” derketiye holê.
DISK-ARê serî li Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) daye ku li gorî bersivan di sala 2020an de 34 hezar û 145 jê jin, 142 hezar û 517 jê jî mêr, li ser hev 176 hezar û 662 karker bi “Kod 29ê” ji kar derxistine.
Li gorî heman daneyan, di mehê de 14 hezar û 772 karker, di rojê de jî 491 karker ji kar derxistine.
Kod 29 çi ye?
Piştî şewba Covid-19ê ji bo karker ji kar neyên derxistin Kod-29 kete meriyetê. Ev têgeh weke rêbazeke nepenî ya sedema derxistina kar hate bikaranîn. Xwediyên karî gelek caran bi vê rêbazê karker ji kar derxistin.
Kod 29, li gorî xala 25/2yê ya Qanûna Karî tê wateya “rewşa ku ne li gorî rêzikên exlaq û niyetpakiyê.” Karkerên li gorî vê rewşê ji kar tên derxistin nikarin tazmînatên xwe û mehaneya bêkariyê werbigirin.
(HA/FD)