Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku fotografekî xwe yê di dema Pîrozbahiyên Newroza Amedê yên 2015an de kişandiye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye, dozgerî doz li rojnameger Melîs Alphanê vekiribû. Alphan îro derketiye pêşberî dadgehê.
Bi sedema ku “ala rêxistinê xuya kiriye” bi tohmeta “propaganda rêxistinê kiriye”, dozgerî xwestiye heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê were cezakirin.
Danişîna dozê îro li 32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye û di dozê de Alphanê parastina xwe kiriye.
Alphanê gotiye,“Min wêneyekî parvekir ku derbarê min de doz hat vekirin. lê me nebihîstiye ku li dijî Waliyê Amedê, midirê emniyetê, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî yê wê demê û rayedarên din ên hikûmetê ku wê rojê li wir bûn, pêvajoyek dadwerî hatibe destpêkirin."
Erol Onderdoglû, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF), Fatîh Polat, Derhênerê Weşana Giştî yê Evrenselê û Huda Kaya, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) tevlî danişînê bûne.
Dozger ceza xwestiye
Piştî parastinê dozgerê danişînê nêrînên xwe aşkere kiriye. Dozger îdia kiriye ku Alphan sûcdare û divê di sûcê “propagandaya rêxistinê” de were cezakirin.
Dadgehê danişîn taloqî 21ê Gulanê kiriye.
(HA/AY)