Fotograf: Baroya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Amedê îro li pêş Salona Konferansê ya Tahîr Elçiyî daxuyaniya çapemeniyê daye. Di daxuyaniyê de rapora xwe ya têkildarî zextên li parêzerên baroyê di 5ê Nîsanê Roja Parêzeran de aşkere kiriye.
Rapor Navenda Mafên Parêzeran a Baroyê amade kiriye û 60 rûpele. Di raporê de ev tespîta hatiye kirin:
“"Xebatên saziyî yên Baroya Amedê, her wiha xebatên pîşeyî yên endamên wê bi awayekî sistematik rastî lêpirsîn û dadkirinan dibe. Di gel endamên birêvebirinê û Serokên Baroyan yên di navbera salên 2016-2020an de wezîfedar bûne, di sala 2020an de ji ber xebatên saziyî yên Baroya Amedê, her wiha xebatên pîşeyî yên endamên wê 78 doz û lêpirsîn li 69 parêzeran hatine vekirin."
Endama Baroyê parêzer Buşra Eylul Ozgultekîn, rapora ku hatiye amadekirin, parve kiriye. Ozgultekînê diyar kiriye ku parêzer, Roja Parêzeran, di nav şert û mercên giran, zext, bêhiqûqî, krîzên siyasî û civakî de pêşwazî dikin.
Piştî axaftinê, rapora têkildarî lêpirsîn û dozên li endamên baroyê û endamên Desteya Rêveber Baroyê yên di sala 2020’an de hatine vekirin xwendine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020an de ji ber xebatên sazî û pîşeyî, derbarê 69 parêzerên endamên baroyê de 78 lêpirsîn û doz hatine vekirin.
*Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(AS/AY)