Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî di nav de lêkolîna girtina 28 sîyasetmedarên girtî destpêkiriye. Di çarçoveya doza Kobanê de 108 kes tên dadkirin ji wan 28 kes girtîne.
Siyasetmedarên girtî bi sîstema deng û dîmenî(SEGBÎS) tevlî danişînê bûne. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan destpêkiriye û hê didome.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozger xwestiye siyasetmedar girtî bimîne.
Demîrtaş: Îdianameyekî bêesle
Heverokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ewilî parastin kiriye û îdianame qebûl nekiriye. Demîrtaş, ji bo îdianmeyê gotiye“bêesle” û wiha gotiye: “Ez daxwaza berdana xwe nakim. Lê ez dixwazim siyasetmedarên girtî bên berdan.
Yuksekdag: Dawî li vê rêzîltiyê bînin
Dûre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag parastin kiriye û wiha gotiye: “Daxwazeke me ya taybet a ji bo serbest berdana me tuneye. Lê em li ser navê welat, dixwazin ev rezîltî bê bi dawî kirin. Gelo hûnê lêpirsîna kîşan rewşa me ya girtî bikin? Ev doz bi nakoke. Di vê ji binî de ji holê bê rakirin.”
Tûncel: Bi şanoyê hûnê pirsgirêka Kurd çareser bikin?
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncelê jî wiha axiviye: “Di îdianmeyê de gelek nakokî hene. Gelo dadgeha ew ev çawan qebûl kiriye? Pirsgirêka Kurd hûnê nekiarin bi şanoyekê di salonên dadgehê çareser bikin. Divê hemû hevalên em bên berdan.”
Kişanak: Tifaqa nijadperest bila derkeve pêşberî me
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî, diyar kiriye ku ewê bang li şandeya dadgehê neke û wiha parastina xwe kiriye: “Bila tifaqa nijatperest derkeve pêşberî me. Ji bo wan gotinên me hene. Ez ji bo xwe tiştekê naxwazim, lê ji bo tevahiya hevalên xwe azadiyê dixwazim.”
Wekîla HDPê ya Berê Ayla Akat Ata jî, dest nîşan kiriye ku piştî 6 salan nû behsa dozê dikin û wiha bilêv kiriye: “Di her karî de xêrek heye. Em ê di vê pêvajoyê de 6-7-8’ê Cotmehê ronî bikin. Em ê kirînên xwe biparêzin. Ez tenê azadiya hemû hevalên xwe dixwazim.”
Ustun: Em ê siyaseta xwe bidomîne
Wekîla HDPê ya berê Beyza Ustun jî, di parastina xwe de diyar kiriye ku di hiqûqê cihê vê dozê tuneye û wiha gotiye: “Em ji bo Tirkiyeyê siyaseteke pêşeng bi rêve dibin. Em ê siyaseta xwe dewam bikin. Ez siyasetmedarek jinim. Ev mudaxilekirina azadiya me ye. Vê rewşê bi dawî bikin. Ez daxwaza berdana me hemûyan dikim.”
Hevseroka Giştî ya DBPê ya berê Emîne Ayna, ji siyasetmedarên jin Meryem Adibellî û Zeynep Olbecî, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Alp Altinors dûre parastin kirin û bal kişandin ser bêhiqûqiya li dijî wan tê kirin û xwestin azadiya hevalên xwe yên girtî xwestin.
(RT/AY)