Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Rihayê kurê wê û hevjînê wê kuştine û kurê wê yê din girtî ye, Emîne Şenyaşar tevlî kurê xwe Ferît Şenyaşarî ev 24 roj in ku çalakiyekê li dar dixin.
Hesabê bi navê Edalet Ji bo Malbata Şenyaşarî yê medyaya civakî ji bo êrîşa polîsan wiha nivîsandiye:
“Dema dêya min û birayê min li ber edliyeyê nobeta edelatê digirtin, polîsan midaxele li wan kiriye û xwestine wan desteser bikin, li birayê min dane, ew ji ser hişê xwe çûye. Niha li nexweşxaneyê ye. Ev e bersiva ku hûn didin kesên edaletê dixwazin!”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)