Fotograf: Fatoş Erdogan
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna biryarê ya doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînk, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê pêk hat.
Di dozê de 76 bersûc tên dadkirin. Dosyeya 13 kesan ji ber ku parêznameyê wan nehatine girtin, hat cihêkirin. Di dozê de 37 kes bereat bûn û 26 kesan ceza stendin. Her weha 4 bersûc bi cezaya heta hetayî û 2 bersûc jî bi cezaya heta hetayî ya giran hatin cezakirin.
Dadgehê 6 kesên ku weke girtî tên dadkirin biryara derbarê wan de dubare kiriye. Derbarê 6 kesan de jî biryara girtinê daye.
Di danişînê de parêzerên malbata Dînk, hevalên Hrant Dînk, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzikyan, Nûnerê Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyê Erol Onderoglû û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevan amade bûn.
Danişîn di saet 10.23an de destpêkir. Akin Gurlek ku dadwere gotinên dawî yên bersûcan pirsiye. Alî Fûat Yilmazer gotiye, “Ji bo min ev dadgeha nehatiye wê radeyê ku gotinên dawî bê kirin.” Ez bawer nakim ku dadgeha we edîl û serbixwe be.”
Bersûcên girtî bi sistema rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn û hin bersûcên negirtî jî li salona danişînê amade bûn. Bersûcên din ên ne girtî jî bi SEGBÎSê tevli danişînê bûn.
Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir û di danişînê de parêznameya dawî ya bersûcan hat girtin. Bersûcan îdia kir ku eleqeya wan bi kuştinê re nîne û xwestin werin beraetkirin.
Piştî parastinan şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya dadgehê biryar da ku dosyeyên Zekeriya Oz ê dozgerê berê, Ekrem Dumanli, Adem Yavûz Arslan jî di nav de 13 bersûcên firar were cihêkirin.
Dadgehê ji sûcê “endamtiya rêxistina terorî ya bi çek” 10 sal ceza li bersûc Ercan Gun birî.
Dadgehê derbarê Serokê Daîreya Îstîhbarata Miduriyeta Giştî ya Polîsan ê berê Sabrî Uzun û Midurê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê yê berê Celalettîn Cerrah ên negirtî dihatin darizandin jî biryara ku dosyeya wan ji ber dembihûrinê were xistin da.
Midurê Miduriyata Polîsan a Trabzonê yê berê Reşat Altay hat beraetkirin.
Dosyeya Serokê FETOyê Fethullah Gulen jî di nav de ya 13 bersûcan hat cihêkirin.
Ecevit Emir, Emre Cingoz, Haci Şefîk Şîmşek, Eyup Temel, Ahmet Çetîner, Bîrol Ûstaoglû hatin beratkirin.
Li Hasan Dûrmûşoglû 12 sal û 6 meh ceza, li Abdullah Dînç û Ahmet Faruk Aydogdû jî 6 sal û 3 meh ceza, li Şukru Yildiz 3 sal û 9 meh ceza, li Metîn Balta 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Cezayê heta hetayê yê zindanê li Serokê Daîreya Îstîhbaratê yê berê Ramazan Akyurek, Midurê Polîsan ê berê Alî Fûat Yilmazer, Yavûz Karakaya û Muharrem Demîrkale hat birîn.
Onderoglû: Di dozê de aktorên pişt perdeyê nayên dadkirin
Onderoglû, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) derbarê danişîna biryarê de bi bîanetê re axivî û got, “Doza Hrant Dînkî hê temam nebûye. Ev dadkirina sêyeme, di dozê de ne ew aktorên ku bi danezanê gef li Hrant Dînkî xwarin ne jî yên ew weke heybera nefretê avêtin pêş komên tûndkar, nayên dadkirin. Em weke RSFyê heta ku tevahiya pevajoya kuştina Hrant Dînk aşkere nebe û tevahî berpirsiyar neyên dadkirin em ê piştgiriyê bidin Malbata Hrant Dînkî.”
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/AY)