Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kyaw Wîn, Dîrektorê Bicîhanînê yê Tora Mafên Mirovan a Bûrmayê aşkere kiriye ku li Bangladeşê agir bi wargeha ku penaberên misilman yên arakanî lê dimîne ketiye û di encamê de nêzîkî 15 hezar stargehî ji nav çûye, 28 kes mirine û ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Wînî bi Ajansa Anadolûyê re axiviye û gotiye, ji ber agir nêzîkî 15 hezar stargehî ji nav çûye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî daxuyanî daye
Johannes Van der Klaauw, Nûnerê Bangladeşê yê Komîseriya Bilinda Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(BMMYK) duh daxuyanî dabû û gotibû piştî ku agir bi Wargeha Balûkhaliya ku li Bazara Coxê ye ketiye 400 kes wenda ne.
Johannes Van der Klaauw diyar kiriye ku piştî şewatê ew bi Rêxistina Koçberan a Navneteweyî(IOM) re xebatên alikariyê koordine dikin û di nav van xebatan de pêşîniya wan zarok û jinên ku hewcedarên alîkariyê ne.
Rayedarên Bangladeşê derbarê sedema agirpêketinê de lêpirsîn daye destpêkirin.
(TP/AY)