Ji bo nûçeya tirkî / ingiliîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serlêdana Ozlem Dalkiran, mafparêza ku di Doza Buyukadayê de dihate dadgehkirin biryar daye.
Dadgehê di biryara xwe de bi yekdengî gotiye, li gorî Xala 19an a Destûra Bingehîn, mafê azadiya şexsî û yê ewlehiyê yê Ozlem Dalkiranê hatiye binpêkirin. Li gorî vê biryarê wê 40 hezar lîreyê tirkan weke tezmînat bidin Dalkiranê.
Dadgeha Destûrî her weha bi pirdengî diyar kiriye ku ji ber biryara girtina Dalkiranê ne hiquûqî ye mafê wê yê azadiya şexsî û ewlehiyê hatiye binpêkirin.
Tevlî Ozlem Dalkiranê 10 mafparêz ji bo kargehekê li Buyukadaya Stenbolê civiyabûn û polîsan di 5ê Tîrmeha 2017yan de bi ser otelê de girtibû û ew desteser kiribûn. Dalkiran di 18ê Tîrmehê de hatibû girtin û heta 25ê Çiriya Pêşiyê ya heman salê hatibû girtin. Dadgehê sal û 13 meh cezayê girtîgehê dabû wê. Dosyaya Dalkiranê hîna li ber dadgeha temyîzê ye.
“Girtina wê li dijî hiqûqê ye”
Di biryarê de Dadgehê destnîşan kiriye ku girtina Dalkiranê li dijî hiqûqê ye û divê tazmînat bê dayîn.
Dadgehê îdiaya Dalkiranê ya ku gotiye ji ber biryara desteserkirinê û dema wê jî li dijî hiqûqê ye, mafê wê yê azadiya şexsî û ewlehiyê hatiye binpêkirin, qebûl nekiriye. Dadgehê gotiye ji ber rêyên serlêdanê yên hiqûqî neqediyane ew vê daxwaza wê qebûl nakin.
Her weha îdiayên ku dibêje mafê dadgehkirina adil û nîşaneya bêgunehiyê û şeref û rûmeta wê hatiye binpêkirin jî qebûl nekiriye.
Çi bûbû?
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.
Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê.
Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin.
Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. (AS/FD)
Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.