Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
9 partiyên siyasî bertek nîşanî doza ku ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di Dadgeha Qanûnî de hatibû vekirin dane û daxuyanî weşandine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Armanca doza girtina HDPê ewe ku mixalefetê bêbandor bike, em ê destûrê nedin”
‘Em ê bi HDPê re têbikoşin’
Em weke saziyên azadîxwaz û mafên demokratîk yên vî welatî, em dizanin ku gefa girtina li ser HDPê ji bo tevahî mixalefeta demokratîk e. Armanca vê êrişê bi tenê HDP nîne, tevahî ezmûnên demokratîk e ku civakê bi berdêlan pêşxistiye û afirandiye. Vîna tê xespkirin ya me tevahiyane, yên ku di bin êrişê de ne azadî û mafên me yên demokratîk e.”
“Em ê têkoşîna edaletê bi HDPê re ji bo aştiya demokratîk li dijî van êrişên desthilatê yên derveyî hiqûqê yên li ser tevahî mixalefetê bidomîne.”
Partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Partiya Şoreşger ya Hevgirtî, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Kedê, Partiya Tevgera Kedkar, Partiya Sosyalîstên Bindest, Partiya Sosyalîst, Partiya Azadiya Civakî, Partiya Karkerên Tirkiyeyê û Partiya Çep a Kesk.
(EMK/AY)