Gergerlîoglû piştgirî ji mixalefetê xwestiye
![Gergerlîoglû piştgirî ji mixalefetê xwestiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/240/996/original/gergerli1_-_Kopya.jpeg)
Fotograf: Şêwirmendên Omer Farûk Gergerlîoglû
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Omer Farûk Gergelîoglû, parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) piştî ku parlamenteriya wî betal bûye li parlamentoyê bi partiyiyan re “Nobeta Demokrasiyê” daye destpêkirin.
Omer Farûk Gergerlîoglû weha got,
“Ez û hevalên xwe tevahiya şevê li vir bûn. Heta Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara xwe aşkere bike em ê li vir bin. Hin tirsên partiyên mixalefetê hene ez ji wan fêm dikim.”
Bertekekî mezin a raya giştî heye. Ji bo piştgiriya tevahî raya giştî ez spas dikim” Hêvîdarim wê ev piştgirî hîn bêhtir mezin bibe. Di her kêliyekê de li vir çalakiya edaletê her ku diçe mezin dibe..."
Min piştgireyekî bihêztir ji mixalefetê hevî dikir
Gergerlîogluyê ku duh (17ê Adara 2021ê) şeva xwe li meclîsê derbas kir, bibîrxist ku “ew bi çente li mal derketiye” û weha got:
"Ez tevahiya şevê li vir bûm. Di tevahiya şevê de me bi hevalên xwe re sihbet kirin, her yek ji me li ser kursiyan raketin. Danê sibehê bi piştgiriyê me taştêya xwe xwar."
“Em li benda biryara Dadgeha Qanûna Bingehîne. Li vê dere rewşeke bêedaletî heye. Xespekî vînê û maf heye. Raya giştî vê qebûl nake.”
“Wekîlê serokê koma CHPê jî protesto kir lê min piştgireyekî bihêztir ji mixalefetê hevî dikir. Wekî şexsî piştgiriya wan çêbû lê bi piştgiriyekî bihêztir me dixwest duh li gel me ban. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî ev rewş rexne kir.”
“Heta ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn aşkere bibe em ê li vir bin. Ez hemû mixalefetê jî dawetî vir dikim.”
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)