Fotograf: Dîlek Şen
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
7emîn danişîna qetlîma trenê ku li Çorlûyê pêk hatibû, li salona dadgehê ya ku li Navenda Perwerdeyê ya Gel a Çorlûyê ava kirine, dest pê kir. Li Çorlûya Tekîrdagê di 8ê Tîrmeha sala 2018an de qetlîama trênê pêk hatibû. Di encamê de 25 kes miribûn û herî kêm 300 kes birîndar bibûn.
Pêş ku danişîn dest pê bike li Meydana Santralê ku li Çorlûyê ye malbat kombûne û berbi Navenda Perwerdeyê ya Gel meşîyane. Koma ku di bin pankarta “Em edaletê dixwaz in” dest bi meşê kirine, navên kesên ku mirine bibîr anîn.
Danişînê di saet 10.06an de destpêkir û parlamenter Alî Şeker, Sera Kadigîl, Ahmet Şik û Bariş Atay tevlî danişînê bûn.
Bi destpêkirina danişînê ve dadwerên endam rapora zanekesê duyem û pêveka wê xwendine.
Parêzeran xwestine derbarê Îsa Apaydi, Midirê Giştî ê Rêyên Hesinî ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) û Ahmet Aslan, Wezîrê Gîhandinê de gilî were kirin.
Dîren Yeşîl, parêzera Misra Ozê di danişînê de gotinên Ozê xwend:
“Ez îro li vê salona danişînê ba ma min ê li çavê we mêzebikira û ev tiştana bigota. Lê ez li ber mirinê jî bam gotina min a dawiyê wê “Ez edaletê dixwazim” bûya. Berpirsên rast bila were dadkirin. Bila edalet di bin rêhesinan de nemine.”
Dozger, li ser daxwaza parêzeran xwestiye lijneya zanekesan berfirehtir bibe. bersûc Celalettîn Çabûk, Çetîn Yildirim û Ozkan Polat diyarkirine ku tiştekî ew bêjin nîne.
Parêzerê bersûc Tûrgût Kûrt jî gotiye, “Di destpêka vê dozê de weke min gotibû divê di heyeta zanekesan de herî kêm kesek hebe ku di TCDDê de yan wezîfedar bûye yan jî teqawit bûye.
Piştî navberê dadgehê danişîn taloqî 7ê Îlona 2021ê kiriye.
Çi bûbû?
Di 8ê Tîrmeha 2018an de li navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê di encama qulupandina trênê de 25 kes miribûn û herî kêm 300 kes birîndar bibûn. Trên li Halkaliya Stenbolê ji bo Uzûnkopruya Edîrneyê bi rê ketibû.
Di dosyayê de navên çar xebatkarên saziya Rêyên Hesinî ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) heye û bi “kuştin û birîndarkirina bi qisûr” tên dadkirin.
(DŞ/AY)