Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rejîma Saddam, di 16ê Adara 1988an de bi gazên kîmyewî êrişî bajarê Helebceyê kiribû û di encama êrişê de herî kêm pênc hezar kes ku piraniya wan zarok û jin bûne, mirine. Bi hezaran kes jî brîndar bûbûn. Helebce bajarekî Herêma Kurdistanê ye û nêzikî sînorê Îranê ye.
12 hezar kes mirine
Êriş di 16ê Adara 1988an de destpêkiribû û 3 rojan dewam kiriye. Bi taybetî li bajarê Helebceyê û derdorê bombebarana kîmyewî pêkhatiye û di encama êrişan de 12 hezar kes miribûn.
İHDyê daxuyanî daye
Komeleya Mafên Mirovan(İHD) li Tirkiyeyê roja 16ê Adarê ku roja yadkirina Komkujiya Helebceyê ye weke “Roja Komkujiya Kurdan” nas kiriye û gotiye, divê Komara Tirkiyeyê Komkujiya Helebceyê bi fermî nas bike.
İHDyê di daxuyaniyê de diyar kiriye û gotiye, “ Rejîma Saddam Huseyîn bi taybetî di çarçoveya Operasyona Enfalê de sûcên ku pêkaniye sûcê komkujiyê ye. Ji ber vê jî tiştên ku kirine divê weke komkujî bê binavkirin.
“Pirsgirêka Kurdan bi rêyên siyasî çareser bikin”
"Qebûlkirina sûcên herî giran weke komkujî, dê ji bo pêşîgirtina li sûcên bi heman rengî yên ku di pêşerojê de rû bidin, rolekî bilîze."
“Ji bilî vê yekê hevxembûna ji xizmên kesên di qirkirinê de mirine û ji êşa mirovên rastî qirkirinê hatine re wê tevkariyê li pêvajoyên şînê yên wan bike."
"Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraqê, Norwec, Swêd û Brîtanyayê qebûl kirine ku sûcên ku di operasyona Enfalê de hatine kirin Komkujî ye.
Li rojhilata navîn Kurd herî zêde li Tirkiyeyê ne. Ger Tirkiye sûcên k udi çarçoveya Operasyona Enfalê de hatine kirin weke komkujî nas bike wê girîng û watadartir be.
Lê mixabin di qonaxa şerê çekdarî de ku di 24 ê Tîrmeha 2015an de li Tirkiyeyê dest pê kir, rewşa pevçûnê ya li nava Tirkiyeyê bûye şerekî germ ê li derveyî Tirkiyeyê û bi taybetî li qada Sûriyeyê û ji bo nixumandina bakurê Iraqê her ku diçe belav bûye."
Em bang li hêza siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku pirsgirêka Kurd careke din bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike."
(EMK/AY)