Fotograf: Odatv
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikûlû. Wekîlê Serokê Komîsyona lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Parlamenterê Stenbolê ê Partiya Gel a Komarî(CHP) Rapora xwe ya Binpêkirina Mafan a Sibat 2021ê aşkere kiriye.
Tanrikûlû di rapora xwe de cîh daye “çeteleya tûndkariya mêran” a bîanetê û diyar kiriye ku di vê mehê de mafên jiyanî yên 176 kesî hatiye binpêkirin û 434 kes rastî îşkence û miemileya xirap hatine.
Daneyên ku di raporê de hatiye belavkirin weha ne:
Binpêkirinên mafên jiyanî
o Di Girtîgehan de Mirin: 5
o Kuştina Jinan: 33
o Kuştinên Di Dema Karî de: 138
o Tevde: 176
Bûyerên îşkenceyî
o Îşkence: 372
o Îşkence û Miemeleya Xirap Li Girtîgehan: 62
o Tevde: 434
Binpêkirina mafê azadiya derbirînê
o Rojnameger, nivîskar û weşangerên ceza xwerî: 7
o Rojnamegerên girtî: 1
o Rojnamegerên desteserkirî: 9
o Rojnamegerên ku lêpirsîn / doz lê hatine vekirin: 12
(8 doz, 4 lêpirsîn)
o Êrişên li dijî rojnamegeran: 2
o Birayên girtin û astengkirin û cezakirina weşanan: 196
(192 internet, 3 biryarê RTUKê, 1 komkirina pirtûkan)
o Kesên ku ji ber derbirîna ramanî hatine desteserkirin û girtin: 45
(42 desteserkirin, 3 girtin)
o Kesên ku ji ber derbirîna ramanî ceza xwerine: 8
(5 jê medya civakî)
Azadiya birêxistinbûne
o Rêveberên partiye, parlamenter û şaredarên hatine girtin: 12
o Rêveberên partiye, parlamenter û şaredarên cezaxwerî: 41
o Mixtarî û şaredariyên ku qeyûm tayin kirine: 2
o Rêxistinên pîşeyî, komele û partiyên serdegirtî: 4
o Biryara girtinê: 1
Azadiya xwenpêşandan û civînê
o Çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên hatine midaxelekirin: 24
o Şano, xwepêşandan û bernameyên hatine qedexekirin: 17
o Bajarên ku çalaki û bername lê hatine qedexekirin: 13 (2 jê navçeye)
o Kesên ku di dema daxuyaniya çapemenîyê, bername û çalakiyan de hatine desteserkirin û girtin: 731
o Kesên ku di dema daxuyaniya çapemenîyê, bername û çalakiyan de ceza xwerine: 1
(HA/AY)