Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
PENa Gallerê aşkere kiriye ku wan Îlhan Samî Çomak, helbestvanê ku 27 sal in girtî ye kiriye “Endamê Rûmetê yê Navnetewî.” Menna Elfyn, Seroka PENA Gallerê nameyek ji Çomakî re nivîsandiye û gotiye ku ew bi yekdengî wî dikin endamê rûmetê.
Bi sedema qebûlkirina endamtiyê ya ku PENa Gallerê bi hevkariya PENa Norwêcê daye wî, wê 8ê Adarê, roja jidayikbûna Çomakî de bernameyek were li darxistin.
Bername wê li gorî saeta GMTyê di 17.00ê de û li gorî saeta Tirkiyeyê wê di 20.00ê de pêk were.
Hunermend Suna Alan wê di vê bernameyê de strana xwe ya bi navê Dargerînok bistirê ku ji bo Nûdem Dûrak û hemû girtiyên siyasî çêkiriye. Her weha Carolien Stockford, Şêwirmenda PENa Norwêcê ya li Tirkiyeyê jî biaxive. Dêya Çomakî jî wê beşdarî bernameyê bibe û Îpek Ozel, wasiya Çomakî jî wê peyamên Çomakî ragihîne.
Bername wê ji du beşan pêk were
Bername wê ji du beşan pêk were û di beşa yekem de Alice Oswald, Menna Elfyn, Seroka PENa Gallerê, Aasne Linneså, helbestvana Norwêcî, Sophia Wilson, helbestvana Zelandaya Nû wê helbestan bixînin. Hakki Zarîç, Endamê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê wê behsa xebatên Çomakîbike û paşê jî wê helbestvan Nilay Ozer helbestên wî bixwîne. Di dawiyê de jî wê peyama Çomakî ya ji bo PENa Gallerê şandiye were xwendin.
Di beşa duyem a bernameyê de Carly Bryn, wê helbesta Çomakî ya bi navê “Li vir çi tişt nînin” bi galî û li gel arpê wê bixwîne. Her weha sê helbestvanên amerîkî wê helbestên Çomakî di bernameyê de bixwînin. Bername wê bi nîşandana vîdeoyê ya Øivind Hånes û Karsten Brustad bidawî bibe ku her du navan helbestên Çomakî bi şêweyê operayê strane.
Kesên ku bixwazin beşdarî bernameyê bibin an jî mesajên pîrozbahiya roja jidayikbûnê ya Çomakî dikarin ji navnîşana [email protected]ê re binivîsin. (SA/FD)