Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beşîr Tapû, rapbêjê kurd got ku ew leşkeriya mecbûrî qebûl nake û bi gotina “Ez nawxazim bibim parçeyek ji vî şerê kirêt."
Tapûyî ji ber şewba Covid-19ê li mala xwe ya li Sêrtê civîneke çapemeniyê li dar xist û biryara xwe ji raya giştî re aşkere kir.
Tapûyî di daxuyaniya xwe de got, “Şer di kes û civakan de dibe sedemên travmayên ku bi salan dewam dike û civakan neçarî koçberiyê dike. Ez nawxazim bibim parçeyek ji vî şerê kirêt.” Tapûyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de biryara xwe ya neçûna leşkeriyê ya wicdana xwe bi van gotinan bi raya giştî re par ve kir: “Ji bo ji polîtîkayên şer ên hêzên desthilatdar ên ku milîtarîzmê xwedî dikin û ji bo parastina mirovan û xwezayê ez mafê xwe yê ‘reda wicdanî’ bikar tînim.”
Beşîr Tapûyî diyar kir ku “Ev şer ne şerê min e. Ji bo parastina mafên xweza, ajal û mirovan ‘şer’ tenê hincetek e. Cîhaneke ku bê şer mimkun e.”
Tapû li Sêrtê bûye kesê çarem ku biryara reda xwe ya wicdanî aşkere kiriye.
“Ji ber bîranîna Robozikê bûrsa min qut kirin”
Beşîr Tapûyî di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Di sala 1991yê de li Çiyayê Herekolê yê Sêrtê di maleke koçer de jidayik bûm. Heta 7-8 salıya xwe weke koçeran jiyana min dewam kir. Hê ez 4 salî bûm di dema operasyonên leşkerî de ez bûm şahidê wan tiştan ku leşkeran konên me şewitandin, wêran kirin, ajalên me kuştin û mezinên me tazî kirin û îşkence li wan kirin. Paşê li taxeke teniştê ya Sêrtê me dest bi jiyana xwecihî bûn û min li wir det bi dibistanê kir.
“Di salên 2012-2014ê de min beşa Lênerîna Extiyaran a Zanîngeha Mersînê qedand. Paşê ez ketim ezmûnê û min li Zanîngeha Lefke Ewropayê bi awayekî bûrsdayî dest bi xwendinê kir. Lê dema ez li vê zanîngehê bûm, di bîranîna Qetlîama Robozikê de min di şanoyekê de lîst bûrsa min qut kirin. Min deyn kir û dibistana xwe bi vî awayî qedand.
“Dewlet berjewendiyên desthilatdaran diparêze”
“Saziya dewletê li şûna azadî, maf û hiqûqa netewan biparêzin, mixabin berjewendiyên desthilatdaran diparêzin Desthilat ji bo hebûna xwe biparêzin li dijî gelan, xwezayê û mirovahiyê sûcan dikin. “Ji bo ji polîtîkayên şer ên hêzên desthilatdar ên ku milîtarîzmê xwedî dikin û ji bo parastina mirovan û xwezayê ez mafê xwe yê ‘reda wicdanî’ bikar tînim. Şer di kes û civakan de dibe sedemên travmayên ku bi salan dewam dike û civakan neçarî koçberiyê dike. Ez nawxazim bibim parçeyek ji vî şerê kirêt.” (ZA/FD)