* Ev fotografê ku di dema bernameya îmzekirina pirtûkan de hatiye kişandin, weke delîla sûckirinê ketiye nava dosyeya dozê
Ji bo nûçeya tirki / ingilîzî bitikîne
“Xelatên ku min wergirtibûn weke delîlên sûckirinê nîşan dan. Xelata ku Pena Ingilîzî dabû 12 nivîskaran weke delîla sûckirinê hesibandin. Îdia kirin ku min di çîrokên xwe de, helbestên xwe de nasnavên milîtanên rêxistinê bikar anîne, tiştekî wiha nîne.”
“Ji wan pirsên ku di dema desteserkirinê de li min kirin fam kir kir, ew 17 meh in telefona min guhdar dikin û min ji nêz ve dişopînin. Hewceyî vî tiştî nedikir, ji xwe bernameyên ku ez beşdar dibim, li ser medyaya civakî aşkere dikim. Hemû bi destûr in. Ez beşdarî Rojên Wêjeya Kurdî yên Êlihê bûm. Hemû jî bernameyên bi destûra fermî bûn.”
Nivîskar Meral Şîmşekê got ku ew 9ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an roja çarşemê polîsan ew li mala wê ya li Meletiyê desteser kirine û li Midûriyeta Emniyetê ya Meletiyê ew tazî kirine.
Daxuyaniya Şîmşekê di demeke jiha de hat ku demeke dirêj e li Tirkiyeyê nîqaş li ser “lêgerîna tazî” tê kirin.
Di wê dema ku Şîmşekê got ew tazî kirine de Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê, di Kanûna Pêşiyê ya 2020an de aşkere kiribû ku, 30 xwendekarên zanîngehê yên jin li Midûriyeta Emniyetê ya Ûşakê polîsan ew tazî kirine.
Piştî vê daxuyaniyê gelek jin û mêran li ser medyaya civakî aşkere kirin ku di dema desteserkirinê de an jî li girtîgehê ew tazî kirine.
Ozlem Zengîn, Wekîla Serokê Koma Partiya Dad û Geşepêdanê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ev îdiayên dibêjin di dema desteserkirinê de yan jî li girtîgehê ew tazî kirine, ne rast in.
Nivîskar Meral Şîmşek li bianetê geriya û got ku ew di dema desteserkirinê de tazî kirine.
Şîmşekê diyar kir ku ji ber ew li bendî îdianameyê me, piştî 2 meh di ser re derbas bûye, aşkere dike.
Şîmşekê destnîşan kir ku li Midûriyeta Emniyetê ya Meletiyê ew tazî kirine û li ser kartonan ew dane rûniştin û rakirin. Şîmşekê got ku “min ji wan re got beriya niha bi çend mehan ji malzaroka xwe ez emeliyat bûme lê digel vê jî di lêgerîna vajînal li min kirin.”
Şîmşekê her weha diyar kir ku heşt saetan av nedane wê û wiha dewam kir:
“Min ji ber endamtiya rêxistinê desteser kirin. Min li Emniyetê bi saetan av xwest lê nedan. Piştî parêzera/ê min hat bi dua saetan av dane min. Di dema jêpirsînê de jî ew gotûbejên wêjiyê yên ku ez beşdar bûbûm û xelatên ku min wergirtibûn, ji min pirsîn.”
Ji ber ku dest danîne pirtûkên wê yên li malê Şîmşek gelekî bi hêrs e:
“Pirtûkên min nivîsandine, kelûpelên elektronîk, hemû tişt birin. Gotin hin pirtûkên di pirtûkxaneya min de yên qedexe ne. Min nizanî bû. Ew jî birin.
“Xelatên ku min wergirtibûn weke delîlên sûckirinê nîşan dan. Xelata ku Pena Ingilîzî dabû 12 nivîskaran weke delîla sûckirinê hesibandin. Îdia kirin ku min di çîrokên xwe de, helbestên xwe de nasnavên milîtanên rêxistinê bikar anîne, tiştekî wiha nîne.”
Dozgeriya Komarî ya Meletiyê îdianame derbarê Şîmşekê de amade kiriye û bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye”, “propaganda kiriye” xwestiye were cezakirin. Danişîna yekem a doza dadgehkirina Şîmşekê wê de 9ê Adarê de pêk were. (EMK/FD)