Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekem danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gokî li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Rojnameger Abdurrahman Gok, di Newroza 2017an a Amedê de bi kişandina wêneyê kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût a ji aliyê polisan ve hatibû naskirin.
Gok ji ber nûçeyên xwe, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re, parvekirinên li ser medya civakî û daxuyaniyên şahidên nepen bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tê dadkirin.
Gok ku bi parêzerê xwe Resûl Tamûr re tevlî danişînê bûye. Nûnerê Herêmê yê Sendîkaya Rojnamerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral û hin rojnamegeran danişîn şopandine. Bi hinceta vîrûsa koronayê nehiştine Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Kurdî yê Ajansa Mezopotamyayê Kadrî Esen tevlî danişînê bibin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Gokî di danişînê de diyar kiriye ku 17 sal in rojnamegeriyê dike û wiha gotiye: “Heta îro nûçeyên ku min çêkirine nehatine derewandin û pê nehatime darizandin. Lêpirsînên ku hatine destpêkirin jî bi biryara neşopandinê bi dawî bûne. Sûcdariyên di doznameyê de hemû xebatên min ên rojnamegeriyê ne. Dozger, qebûl dike ku hevdîtinên min ê xebatên rojnamegeriyê ne. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye ji bo min. Hevdîtinên ku hemû rojnameger dikin û nûçeyên xwe pê piştrast dikin ji bo min weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye hesibandin.”
Dadgehê danişîn taloqî 3ê Hezîranê kiriye
Piştî Gok parêzerê wî Resûl Tamûr jî parastina muwekîlê xwe kiriye û daxwaz kiriye ku biryara qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser muwekîlê wî bê rakirin û amûrên wî yên dîjîtal ên hatine desteserkirin lê bên vegerandin.
Piştî parastina Gok û parêzerê wî dozger xwestiye ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin.
Her weha dadgehê, biryar daye ku qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser Gok bê rakirin û şahidê nepene “Sabir” di danişîna bê de guhdarkirin û pirsên ku parêzer Gok jê bike di nav 14 rojan de ji dadgehê re ragihîne.
Dadgehê danişînê taloqî 3ê Hezîranê kiriye. (HA/AY)