Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Platforma Maf û Edaletê derbarê Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de ku demeke bûye hedefa rayedaran daxuyaniyek nivîskî daye û banga piştgiriyê ji bo wî kiriye.
Gergerlîoglûyê ku 2 sal û nîv cezaya girtinê lê hatiye birîn gotibû, “Diyare gotinên me yên lêgerîna tazî, revandin û îşkencekirin hinek kes eciz kiriye”
“Li gor desthilatê her kes metirsîdar e”
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
“Li vî welatî ji bo ku mafparêzan bêdeng bike û maf parêziyê krîmînalîze bike, di her qonaxê de yekineyên esasî yên dewletê kirine dewreyê. Çavkaniya vê nêrînê ewe ku desthilat ditirse ku otorîteya ji bo xwe ya ku bi awayekî bêhiqûqî ava kiriye nikaribe biparêze.”
“Ji ber vê her kesên ku ji bo otorîteya wan ya bê hiqûq gotinan dibêje weke metîrsî dibîne. Desthilat, hiqûqê li gorî xwe manîpule dike û li dijî opozîsyonê bikartîne.”
Çi bûbû?
Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê Kocaelî yê HDPê ji ber parvekirinên wî yên sala 2016an yên li ser medya civakî, di 21ê Sibata 2018an de 2em Dadgeha Cezayê Giran a Kocaelîyê bi sûcê ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtinê lê birîbû.
Ceza ku li Gergerlîoglû hatibû birîn duh ji aliyê 16em Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin.
Piştî biryarê gergerlîoglû daxuyanî dabû û diyar kiribû biryareke siyasiye û weha gotibû “Diyare gotinên me yên weke lêgerîna tazî, revandin û îşkencekirin hinek kes eciz kirine”
(EMK/AY)