Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştgirî dane Kemal Sancili, Înan Kizilkaya, Eren Keskîn û Zana Kaya ku îro di doza Ozgur Gundemê de ceza girtibûn. Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtinê li li Eren Keskîn, İnan Kizilkaya û Kemal Sanciliyî û sal û 13 meh cezayê girtinê li Zana Kaya birî bû.
Mîlena Bûyûm, Kampanyagera Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê têkildarî tohmetbarkirina Eren Keskîn û Înan Kizilkaya ya bi “endamtiya rêxistina çekdar” weke absurd bi nav kiriye û weha gotiye:
“Parêzera Mafên Mirovan ku ji 30 salî zêdetire li dijî bêedaletiyê derdikeve, îro bi xwe rû bi rû yê bêedaletiyê hat hîştin.
ÎHD: Rojnamegerî hatiye cezakirin
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan derbarê biryara dadgehê de gotiye ku bi cezayên dane yên giran dixwazin careke din çapemeniya azad bêdeng bikin,
Her weha İHDyê gotiye, “Têkildarkirina xebatên rojnamegeriyê bi terore me pêştir jî gelek dît. Ev biryar mînaka dawiyê ya vê rastiyê ye. Bi vê biryarê 6 sal û 3 meh cezayê girtinê li li Eren Keskîn, İnan Kizilkaya û Kemal Sanciliyî û sal û 13 meh jî cezayê girtinê li Zana Kaya birî ye. Bi îdiayên nerast û bi biryara li dijî hiqûqê dîsa rojnameyek, rojnameger û xebatên rojnamegeriyê hat cezakirin.
Em ê sekna xwe ya li gel çapemenî, azadiya derbirînê û fikir, rojnamegerên di bin zextan de ne û saziyên çap û çapemeniyê bidomîne.”(HA/AY)