Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratî a Gelan(HDP) ji bo betalkirina guhertinên ku di yasaya înfazê de pêk hatiye, serî li Dadgeha Destûrî dane.
Parlamenterên HDPê yên ku pêşmalkê “Ji Herkesî re Edalet” li ber kirine, li pêş avahiya Dadgeha Destûrî daxuyanî dane û weke temsîlî nöbet girtine.
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevserokên HDPê jî tevlî nobetê bûne û gotine, hemû hewldanên wan “ji her kesî re edalet” e.
Farisogûlari û Guven bi cûdakariyê re rû bi rû mane
Mîthat Sancar, Hevserokê HDPê biryara Dadgeha Destûrî ya ku derbarê Enîs Berberoglûyî de dabû, nirxandiye û gotiye, “ Enîs Berberoglû careke din li meclîsê dest bi wezîfeyê kir. Divê weha jî biba. Lewra parlamenterên me Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari jî di heman rewşê de bû lê rastî cûdakariyê hatin.”
Sancarî weha gotiye,“Li vî welatî bêedaletî li her beşên civakê derdikeve holê, her beşê civakê bi bêedaletiyê re rû bi rû dimînin. Lê Gelê Kurd bi mêzintirîn bêedaletîyê re rû bi rû mane.
“Cûdakariya herî mezin di Dadgeha Destûrî de pêk tê”
Pervîn Bûldan, Hevseroka HDPê jî weha gotiye, “Li Tirkiyeyê Dadgeha Destûrî bûye weke avahiya ku mezintirîn bêhiqûqî û cûdakarî lê pêktê.Li vî welatî bawerî û hêviya tu kesî bi biryarên dadgeha destûrî nemaye.”
“Me li Tirkiyeyê ji bo ku cûdaxwazî bi dawî bibe, kampanyaya “Ji herkesi re edalet” daye destpêkirin. Em dixwazin di vê meşê de herkesê ku bi cûdakarî û bêedaletiyê re rû bi rû mane li gel xwe bibînin. Em careke din banga xwe dikin.”(RT/AY)