Li Gareyê du leşker mirine
Artêşa Tirkan li Gareyê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin. Di encama şer û pevçûnan de serpel Burak Coşkun û binefser Harun Turhan mirine.
![Li Gareyê du leşker mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/239/087/original/gare.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku li Gareyê di encama şer û pevçûnan de serpelê komando Burak Coşkun û binefserê biqidem ê erkedar mirine. 4 leşker jî birîndar bûne.
Wezaretê gotiye ku li nava sînorê Herêma Kurdistanê bi navê “Pencik Qertel-2” operasyoneke leşkerî dane destpêkirin.
Li gorî heman daxuyaniyê duh (10ê Sibatê) şer û pevçûn derketiye hu 2 leşker mirine. 4 leşkerên ku birîndar bûne, birine nexweşxaneyan. (TP/FD)