Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehekê 8 sal cezayê girtîgehê li Prof. Dr. A.Ş.D.yî biriye ku ji nexweşekî re gotibû “Elewî li Cemxaneyan reqqaseyan didin lîstin. Hemû terorîst in. Berkin Elvan jî terorîst e” hatiye cezakirin.”
Îbrahîm Kartal ji bo kontrola tipî çûbû Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê û li wir Prof. Dr. A.Ş.Dyî jê pirsî bu ku ji ku ye. Piştî vê pirsê doktorî gotibû “Elewî li cemxaneyan reqqaseyan didin lîstin. Şerabê vedixwin, ev der malên cumbişan e. Ma dînekî wiha dibe. Elewî û kurd DHKP-Cyî û PKKyî ne. Hemû Elewî terorîst in.”
Îbrahîm Kartalî bi rêya Efkan Bolaç, parêzerê xwe giliyê doktorî kiribû û doz doktorî dabû vekirin. Danişîna 4an a dadgehkirina doktorî îro pêk hatiye.
Heyeta Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê ya 14an bi tohmeta ku “di nava gelî de kîndarî û dijminatiyê belav dike” li gorî xala 216/2yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ceza daye doktorî.
Heyetê 8 meh cezayê girtîgehê li doktorî biriye û ji ber poşman nebûye di gotinên xwe de cezayê wî kêm nekiriye.
Lê ji ber ku qeyda wî ya sabikayê nebûye cezayê doktorî hatiye taloqkirin. Doktor wê salekê di bin kontolê de bimîne û heke bi qesd sûcekî bike wê ev cezayê wî were bicihanîn.
Mafê aliyan heye ku li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.
Kartalî giliyê doktorî li bal Rektoriya Zanîngeha Stenbolê jî kiribû lê rektoriyê destûra lêpirsînê nedabû.
Daîreya 1em a Şûraya Dewletê biryara rektoriyê pesend kiribû û biryar dabû ku ji ber “beşek ji gelî ji ber cidahiya wan a pola civakî, nîjadî, olî, mezhebî, zayendî an jî herêmî bi awayekî aşkere biçûk xistiye” divê doz lê bê vekirin.
14em Dadgeha Asliye û Cezayê ya Stenbolê di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de îdianameya ku dozgerî ji bo A.Ş.Dyî amade kiribû, qebûl kiribû. (AS/FD)