Fotograf: Gazete Karinca
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Kadikoyê, navçeya Stenbolê di 4ê Sibatê de 53 kesên hatibûn desteserkirin yên ku ji bo piştgiriyê bide Zanîngeha Bogazîçiyê û deklarasyona avakirina Hêzên Tekoşîna Yekgirtî aşkere bikin li Kadikoyê kombibûn, serbest mane.
Di çalakiyê de 61 kes hatibûn desteserkirin ji wan 8 duh piştî îfade dabûn dozgeriyê serbest mabûn. Dozgeriyê 20 kes bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî û 33 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê(AA) Dadgehên Cezayê Sulh ya Anadolûya Kartalê 53 kesên desteserkirî bi şertê kontrola edlî serbest kiriye.
Dadgehan tedbîrên edlî yên weke “qedexeya derketina derveyî welat”, “qedexeya derketina ji mal” û “neçarin ku biçin îmzeyê” ji wan kesên serbest mane biriye.
(TP/AY)