Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duyem danişîna Doza Osman Kavalayî li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Kavala di vê dosyayê de beraet kiribû lê ji ber heman dosyayê careke din hatibû girtin. Kavala bi tohmeta ku “hewl daye pergala destûrî biguherîne” û “bi armanca siyasî an jî leşkerî dokumanterên dewletê yên diviya bû ku veşartî bimînin, aşkere kiriye” tê dadgehkirin.
Kavalayê ku hezar û 193 roj in li Girtîgeha Silivriyê tê girtin, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûn. Koksal Bayraktar, Tolga Aytore û Deha Boduroglu, parêzerên Kavalayî jî li salona dadgehê amade bûn.
Her weha Ahmet Şik, Ali Şeker, Zuleyha Gulum û Sezgin Tanrikuluyî û hin nûnerên konsolxaneyan jî dadgehkirin şopandin. Ji ber ku nûnerên konsolxaneyan beriya rojnamegeran wergirtin salona dadgehê, cih ji rojnamegeran re nema û rojnameger neçar man ku saet û nîvê li ser piyan dadgehkirinê bişopînin.
Leyla Alatonê gotinên Bozkurtî qebûl nekir
Dadgehkirin bi îfadeyên şahidan dest pê kir. Leyla Alaton, keça Îshak Alaton, avakarê Alakro Holdîngê ku di 11ê Îlona 2016an de koça dawî kiribû, li dijî gotinên Cem Fadil Bozkurtî şahidî kir. Cem Fadil Bozkurtî îdia kiribû ku xwestine derbeyê çêbikin.
Alatonê got ku Bozkurt li şîrketa wan weke midûrê giştî û behredar kar kiriye û ji ber wî ew xapandiye, di Adara 2015an de wan têkiliya xwe jê qut kiriye.
Alatonê her weha diyar kir ku ji ber ew xapandine, li dadgehên cezayan tê dadgehkirin, lewma jî Bozkurt li dijî wê û bavê wê buxtanê dike.
Leyla Alatonê her weha got ku ew Osman Kavala û Henri Barkeyî nas dike, her du kes car caran bi bavê wê re diciviyan lê her du bi hev re nedîtiye.
Kavala: Dozgerî dizane ku tohmetên wî bêbingeh in
Paşê Osman Kavala axivî û got ku ew 39 meh in girtî:
“Ji ber sûcên sanal ên çêkirî ev 39 meh in ez girtî me. Beriya niha bi rêxistinkirina bûyerên Geziyê û derbeya 15ê Tîrmehê ez tohmet kirim. Axaftinên ku ne sûc in û ne bi rê û rêbazên hiqûqî hatine bi dest xistin ji bo min tohmet bikin, weke delîl nîşan didin. Ji ber tohmetên 15ê Tîrmehê min ez du caran tehliye bûm. Ev jî dide xuyakirin ku dozgerî dizane tohmetên wî bêbingeh in.
Piştî axavtinên parêzeran dozgerî xwest ku Kavala girtî bimîne û neyê berdan. Heyeta Dadgehê navberek da û piştî wê jî daxwaza dozgerî qebûl kir û Kavala tehliye nekir. Her weha dosyeya Kavalayî ya bi tohmeta “sîxurtiyê” tê dadgehkirin û dosyeya “Doza Geziy” kir yek dosye. (HA/FD)