Fotograf: Ahmet Şik - Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
30 xwendekarên ku roja duşemê di saetên êvarê de li ber avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê polîsan ew desteser kiribûn û dozgerî xwestibû werin girtin, serbest bûne.
Dozgerî her weha xwetiye ji bo 12 xwendekaran biryara zindanîkirina li malê were dayîn. Heyeta dadgehê ev daxwaz jî qebûl nekiriye.
Xwendekar wê hefteyê carekê bidin qereqolê û îmzeyê bidin, her weha wê nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
Polîsan 51 xwendekar desteser kiribûn. Dozgeriyê daxwaza girtina 30 xwendekaran, zindanîkirina li malê ya 12 xwendekaran û qedexeya derketina derve ya ji bo 9 xwendekaran were dayîn.
Ji bo 9 xwendekaran jî heyeta dadgehê biryar daye ku heta 9 mehan derketina wan a derveyî Tirkiyeyê were qedexekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku 51 kes bi tohmeta “azadiya şexsan ji holê rake, ziyanê bide mal û milkên dewletê û li dijderketin qanûna hejmar 2911ê” desteser kirine.
Çi bûbû?
Di 1ê Sibatê de di saetên nava rojê de xwenîşandaneke protestoyê pêk hatibû. Polîsan 108 kes desteser kiribûn. Li ber avahiya rektoriyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê jî di saetên êvarê de 51 yek kes, li ser hev 159 kes desteser kiribûn.
108 kes piştî wêpirsîna li navenda polîsan serbest bûbûn. Piştî 10 kesên ku serbest bûbûn paşê dîsa biryara desteserkirinê derketibû û cezayê zindanîkirina li malê ji bo wan dabûn.
22 kesên ku di 2yê Sibatê de li Kadikoyê di dema çalakiyan de polîsan ew desteser kiribûn hîna li Midûriyeta Emniyetê ya li Kolana Vatanê ne.
Li Kampusa Başûrî pêşangehek pêk hatibû ku ji bo biryara tayînkirina Prof. Dr. Melih Buluyî ya ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê protesto bikin. Li vir bi sedema ku alaya LGBTI+yan û fotografekî Kabeyê li bal hev in polîsan du xwendekar desteser kiribûn. Her du xwendekar bi tohmeta ku “di nava gelî de kîndarî dijminahiyê peyda dikin û gelî biçûk dixin” di 30ê Kanûna Paşiyê de hatibûn girtin. (EKN/FD)