Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Derbarê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçîyê de ji ber ku li ser hesabên xwe yên medya civakî banga serbest berdana hevalên xwe kirine lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Vê sibehê çar xwendekar desteserkirine û birine Rêvebiriya Şaxa Tekoşîna Li Dijî Sûcên Sîber a Rêvebiriya Emnîyeta Stenbolê.
Xwendekaran ji ber ku di hesabê xwe yê Twîtterê de nivîsandiye “Hevalên me serbest berdin” li gorî Xala 216/1. Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ya “birêxistinkirinê gel bîne coşê”hatine sûcdarkirin.
Parêzer Alî Gul bi bîanetê re axivî û diyar kir ku îfadeyên du xwendekaran temam bûne û ji saet 14.20ê pê ve li benda telîmata dozgerî ne.
Parêzer Gul destnîşan kir ku kesên hatine desteserkirin di heman demê de ew kesên ku di sepana “Clubhouse” yê de agahiyên çalakiyan parvekirine û gotiye, “ Mebest ewe ku çavên xwendekaran bitirsîne û banga wan a ji bo çalakiyan asteng bike.”
Duh li Kadikoyê di xwepêşandanên Zanîngeha Bogazîçiyê de 94 kes hatibûn desteserkirin. (AS/AY)