Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şebnem Korur-Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesînê ku di doza Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê ya Ozgur Gundemê de hatibû beraetkirin, dadgeha îstinafê biryara beraeta wan betal kiriye û sibê wê danişîna wan pêk were. Pêş ku danişîn pêk were 17 rêxistinên fikrî, derbirînî û azadiya çapemeniyê daxuyaniyek hevpar dane û banga betalkirina tohmetên derbarê mafparêzan de kirine.
Sazîyên ku îmzeyên wan li bin daxûyaniyê ne ev in:
ARTICLE 19, Komîteya Parastinê a Rojnamegeran(CPJ), Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê(EFJ), Peldanka Sansurê, Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî(IFJ), Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî(IPI), Weqfa Medyayê ya Afrîkaya Rojava (MFWA), PENa Amerîkayê, PENa Navneteweyî, Rojnamegerên Sînornenas(RSF), Komeleya Weşanên Nûçe û Rojnameyan a Cîhanê, IFEX, IFEX-ALC, Navenda Azadiya Medya û Çapemenîyê ya Ewropayê(ECPMF), Forûma Pêşxistina Medyayê ya Kurewî(GFMD), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî(FIDH), Piştgiriya Medyayê ya Navneteweyî(IMS).
Sazîyên mafparêz di daxuyaniyê de destnîşan kirine û gotine, “Em piştgiriya xwe pêşkeşî hevpîşeyê xwe Erol Onderoglû dikin ku 4 sal in tê dadgeh kirin. Em bang li hukumeta Tirkiyeyê dikin ku bila tohmetên derbarê Şebnem Korur-Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn de betal bikin.”
“Dawî li zextên bu vî awayî yên ku li ser nivîskar, akademisyen û rojnamegeran bîne.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.
(HA/AY)