Fotograf: Mizgefta Kesk / Facebook
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Belçîka wê melayekî ji Tirkiyeyê yê ku mesajên li dijî hevzayendiyê weşandiye, dersînor bike. Hikûmeta Flamanan jî ji bo destûrnameya Mizgefta Kesk betal bibe, dest bi karûbaran kiriye.
Li gorî nûçeya Yusuf Ozkanî ya di BBC Tirkiyê de hatiye weşandin, melayê Mizgefta Kesk a li Houthalen-Helchterena li nêzîkî bajarê Genkê ye, li ser hesabê xwe yê Facebookê gotiye ku “hevzayendî nexweşiye, dibe sedema rizînê û Îslamê ew qedexe kiriye.”
Her weha melayî, weazên Alî Erbaş, Serokê Saziya Karûbarên Diyanetê bibîr xistiye û spasiya şopînerekî/e xwe kiriye ku wiha nivîsandiye: “Hevzayendî vîruseke kapîtalîzmê û demokrasiyê ye.”
Sammy Mahdî, Wezîrê hikûmeta federal ê ji Karên Penaberî û Penahendiyê Berpirsiyar, gotiye mela 3 sal in ku li Belçîkayê ye û ew ê destûra wî ya mayînê dirêj nekin.
Her weha saziyên Belçîkî ji ber van nêrînên wî, bi sedema ku “dikare ziyanê bigihîne pergala civakî û ewlehiya netewî” wan lêpirsînname ji bo melayî amade kiriye.
Li gorî heman zanyariyan, wê hikûmeta Belçîkayê ji melayî bixwaze ku ji welêt derkeve.
Bart Somers, Wezîrê Karûbarên Navxweyî û Entegrasyonê yê Herêma Flamanan aşkere kiriye ku ji bo destûrnameya Mizgefta Kesk betal bikin wan dest bi karên fermî kiriye.
Rayedarekî ji rêveberiya Mizgefta Keskê ji BBC Tirkiyê re gotiye ew ji ber biryara hikûmeta Belçîkî matmayî bûne û ji bo hewldanên yasayî yên hewce ew ê roja pêncşemê bi parêzer re biciviin. Rêveberî her weha gotiye ku ew navê melayê navborî nizane, wî ji bîr kiriye. (SO/FD)