Fotograf: Agos
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku mesekî milkê wê kiriye, Dêra Surp Torosî ya li Kutahyayê, bi temamî rûxiyaye. Li şûna dêra dîrokî niha ti tişt nemaye.
Li gorî nûçeya ku rojnameya Agosê weşandiye, çavkaniyên xwecihî gotine ku piştî wan bihîstiye dêr hilweşiyaye ew çûne cihê dêrê û wan dîtiye ku li şûna dêrê ti tişt nemaye.
Li gor zanyariyan, kesekî xwecihî milkê dêrê kiriye. Tê texmînkirin ku, bi biryara vî/ê kesî/ê dêr hatiye hilweşandin.
Ermeniyên li Kutahyayê û Dêra Surp Torosî
Beriya sala 1915yê nêzîkî 4 hezar ermenî li Kutahyayê hebûn. Li bajêr sê dêrên ermeniyan û hebûn ku ew du ji wan yên ermeniyên ortodoks (Surp Asdvadzadzin û Surp Toros) yek jî ya ermeniyên katolîk (Surp Asdvadzin) bûne. Her weha di bin banê van dêran de sê dibistanêr ermeniyan jî hebûn.
Di serjimara sala 1931yê de bi tenê 65 ermenî û dêreke wan ku ji îbadetkirinê re vekirî, mabûn. Heta salên 1970î ev hejmar bi koçkirina Stenbol û ji derveyî Tirkiyeyê, kêmtir bûye. Paşê li Kutahyayê ne ermenî ne jî dêrêr ermeniyan man.
Tê texmînkirin ku Dêra Sûrp Torosî di dema Sultan Mûradê Osmaniyan de ava bûye. Di dema Serhildanên Celaliyan de ango di sala 1603yê de hilweşiyaye lê paşê dîsa lê kirine.
Dêr demekê weke hola sînemayê, heta demên dawiyê jî weke hola dawetan hatiye bikaranîn. Di 27ê Tebaxa 2019an de Lijneya Herêmî ya Parastina Mîrateyên Çandî ya Kutahyayê bi hejmara 5407ê, wehe avahiyeke divê were parastin tomar kiribû. (HA/FD)