Fotograf: AA - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi navê “Li Tirkiyeyê mafên mirovan, rewşa Demîrtaşî û girtiyên din ên siyasî” civînek hatiye li dar xistin. Piştî civînê endamên Parlamentoyê deng dane pêşnûmeyeke hevbeş a komên siyasî.
Di encama dengdanê de bang li Tirkiyeyê kirine ku kesên ji ber sedemên girtî azad bike.
Ramazan Demîr, parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye ku li beramberî 16 dengên “na”, pêşnûma bi 590 dengên “erê” hatiye qebûlkirin.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê, PEyê di biryara xwe de gotiye bila Demîrtaş li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bê şert û merc azad bibe û her weha hemû girtiyên HDPyî jî azad bibin. Endamên PEyê xwestine jî bila ev kes bikaribin ji hemû gefxwarinan dûr bikaribin mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.
Di biryarê de PEyê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kiriye û gotiye di civîna xwe ya 21ê Adara 2021an de bi lez û bez nîqaşê li ser wê mijarê bikin ku Tirkiyey biryara Demîrtaşî ya DMMEyê red kiriye. Dîsa xwestiye ku ji bo Tirkiye biryara Danişîna Mezin a DMMEyê bicih bike bila Komîteya Wezîran hemû gavên pêwîst bavêje.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di pêşnûmeyê de hatiye xwestin ku rayedarên Yekîtiya Ewropayê û saziyên wê, dema hevdîtinan bi rayedarên Tirkiyeyê re dikin bila li gel rewşa Demîrtaşî, dozên li mafparêz, parêzer, rojnameger, siyasetmedar û akademîsyenan hatine vekirin, bînin rojevê û piştgiriya van kesan bikin. (EKN/FD)