Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê di 15 rojên destpêkê yên sala 2021an de pênc rojnameger rastî êrişa fîzîkî hatine.
Cara yekem di 10ê Kanûna Paşiyê de di erîfeya roja Rojnamegerên Dixebitin de li Aksarayê du kesên ku nasnameya wan ne diyare wesayita Îzzet Tinmaz, koordînatorê nûçeyan yê rojnameya Anadolû Sesîyê û xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Îlk Havadîsê radiwestine û bi dara lê didin.
Li pêş edlîyeya Aydinê rojnameger Kiymet Sariyildiz û Mûrat Ûçkaç dema dîmenê kesekî ku ji ber madeyên hişbir firoştiye hatiye girtin, digirin, ji aliyê malbat û xizmên wî kesî ve rastî êrişê hatine.
Afşîn Hatîpoglû, parêzer, bernamegerê KRT TVyê û serokê berê yê rêxistina netewpereset ya bi navê Ulku Ocaklari di şeva 14ê Kanûna Paşiyê ji aliyê kes/kesên bi maske ve ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, li pêş mala xwe rastî êrişê hatiye.
Rojek li piştî êrişa Hatîpoglûyî, li Enqereyê Orhan Ûgûrlûoglû, Nûnerê Enqereyê yê Rojnameya Yenîçagê dema li wesayita xwe sar dibe rastî êrişa komeke bi çar kesî hatibû.(HA/AY)