Fotograf: Hikmet Adal - bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hrant Dink, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê di 14em salvegera qetilkirina xwe de tê yadkirin. Her sal bernameya yadkirinê li ber avahiya Agosê ya ku Hrant Dink li ber hatibû qetilkirin, pêk dihat. Lê îsal ji ber şewba Covid-19ê li ser înternetê li dar dikeve.
Hevalên Hrantî li her deverên cîhanê saet di 14.45 deqîqeyan de li ser malpera www.hranticinadaleticin.org-ê civiyan. Her weha malbat û hevkarên Hrantî li ser navê hemû kesan li cihê ku Hrant Dink lê hatiye kuştin pankart danîne ku li ser wan “Tu li vir î Ahparîg” nivîsandiye.
Axavtina yadkirinê ya ku Hevalên Hrantî dikir îsal dîsa li ser heman malperê tê weşandin.
Bianet jî merasîma yadkirinê li ser malpera xwe bi awayekî zindî diweşîne.
(HA/FD)