Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiya Wanê ji 19ê Kanûna Paşiyê heta 2ê Sibatê bi sedema “tenduristiya civakê û birêkûpêkiya raya giştî” li bajêr meşên bi armanca xwenîşandanê û civînên li qadên vekirî jî tê de her cure çalaki qedexe kirine
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku heta 15 rojan li bajêr daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û çêkirina anketan, vekirina kon û standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û îlanên destan wê bi destûra rêveberên herêmî pêk werin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku biryara qedexeyê di çarçoveya Madeya 17emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Birêvebirina Bajaran a Civîn û Meşên Xwepêşandanê hatiye stendin.
Hezar û 519 roj in qedexe didome
Walîtiya Wanê 21ê Çiriya Paşiya 2016an heta niha li wî bajarî çalaki û bername qedexe kiriye. Li bajarê Wanê hezar û 519 roje çalaki bername qedexene.(TP/AY)