Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Tekoşîna Li Dijî Tûndkariya Zayendî, Rapora Nirxandina Bandorê û Pirtûka Pêkanînê weşandiye. Komeleyê rapor, ji 2016 pê ve ji bo ku piştgiriyê bide ciwanan da ku zêdetir têkiliyên bi ewle pêkbînin û tûndkariyê zêdetir nas bikin amade kiriye.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de weha gotiye:
“Lêkolînê ji me re daye nişandan ku, him perwerdekar him jî ciwan dema derbarê têgehên têkiliya bi ewle, tûndkariya dijîtal û tûndkariya flortê de xwediyê zanyariyên zêdetirbin, dikarin ji bo rê li tûndkarîyê bigirin, bikevin nava lêgerîna rêbazan.”
“Lewra bi pêkanînên têkildarî ciwanan, dikarin di navbera ciwan û gihîştîyan de peywendî û zimanekî hevpar çêbike. Ev jî bi erênî bandorê li ser wê rêjeyê dike ku dema pêdivîya ciwanan pê hebe dikarin ji gihîştiyan piştgiriyê bixwazin.”(EMK/AY)