Fotograf: Walîtiya Bedlîsê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê aşkere kiriye ku heta fermaneke din wan li 10 gund û gundikên bi ser Bedlîsê de derketina derve qedexe kiriye.
Walîtiyê ev biryar li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye.
Li gorî vê biryarê qedexe wê li van gund û gundikan pêk were:
Kayalıbağ, Kaşıklı, Karaca, Aşağıçobansuyu, Çobansuyu, Güllüce, Esenburun, Harmanyeri, Sarıkonak, Konalga köy.
Di daxuyaniya walîtiyê de weha hatiye gotin:
“Agahî hatiye stendin ku endamên rexistina terorê ya cûdaxwaz li herêmên navborî hatine dîtin ku ji xwere cîh peyda dikin. ji bo ewlehiya can û malên gelê me û ji bo girtina endamên rêxistina terorê ya cûdaxwaz biryara qedexeyê hatiye stendin. Ev biryar li gorî Xala 11/Cyê ya Qanûna Rêveberina Bajaran a Hejmar 5442yê ev biryar hatiye girtin û ji Duşema 11ê Kanûna Paşiyê saet 21.30ê pê ve wê bê bicîkirin.”(TP/AY)