Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî çeteleya hestên nefretê ya ku Asli Alparê amadekiriye, Çapemeniya nivîskî a neteweyî û herêmî ya Tirkiyeyê di sala 2020an de hezar û 476 nûçeyên ku hestên nefrete çêdikin, weşandine.
Di nûçeya Kaos GLyê de weha hatiye gotin:
“Li demên ku hestên nefretê di rojnameyan de di asta herî jor de bû em dibînin ku wezîfedarên dewletê di wê demê de zimanekî cûdaxwaz derbarê LGBTİ+yan de bikaranîne.
Mînaka vîya ya herî dîyar ewe ku roja îniya 24ê Nîsanê de Serokatiya Karên Dîyanetê di xutbeya Îniyê ya navendî de kesên ku bi LGBTİ+ û HIVan re dijîn weke hedef nîşan dabû. Di mehên Nîsan û Gulanê de di rojnameyan de nûçeyên hestên nefrete bi rêjeyekî ciddî zêdetir bûbûn.”
“Di meha Tîrmehê Hefteya Rûmetê de hestên nefretê zêdetir dibe. Her weha di meha Tîrmehê de di Ezmûna Saziya Xwendina Bilind de “pirsiyara Mabel Matîz” jî bû bahaneyek ji bo rojnameyan ku hestên nefretê bikarbînin!”
Dîsan di vê mehê de Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî, Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve, Metîn Yavûz, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP), Fetî Yildiz, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê û Temel Karamolaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê derbarê LGBTİ+yan de hestên nefretê çêkirine.”(EMK/AY)