Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doza ku karmendên dewletê têde tên dadgehkirin ya têkildarî kuştina Hrant Dînk, Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê bi parêznameyên dijî nêrîna dozgerî ya derbarê dozê de, berdewam dike.
117em danişîna doza kuştina Hrant Dînkî li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hatiye. Di danişînê de Celalettîn Cerrah, Rêvebirê Emnîyeta Stenbolê yê wê deme, Alî Oz, Fermandarê Fermangeha Cendirmeyan yê Trabzonê, Mustafa Kuçuk, Alî Bariş Sevîndîk û Bekîr Yokûş, wezîfedarên İstixbaratê yên Cendirmeyan yê Stenbolê parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê kirin.
Hatibû plankirin ku Onder Araz, wezîdefarê Îstixbaratê yê Cendirmeyên Stenbolê û Alî Poyraz, Cîgirê Rêvebirê Şaxa Cyê yê Serokatiya Daîreya Sîxuriyê jî îro parêznameyên xwe pêşkeşî dadgehê bikiraban lê dadgehê biryara rojeke din da.
Dadgehê biryara girtina Veysel Şahîn û Volkan Şahîn, wezîfedarên Îstixbaratê yên Cendirmeyên Trabzonê da.
Danişîn wê bidome.
Çi bûbû?
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbû. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina "Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig", "12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne" banga beşdariya bernameyê kirine.(HA/AY)