Fotograf: AM
Dadgehê, bi îdaya ku “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mazlûm Dolan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DÎHA) biriye. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) hatibû girtin.
Danişîna biryarê ya doza Mazlûm Dolan, nûçegîhanê DÎHAyê li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye.
Ji ber ku rojnameger Dolan li derveyê welat bûye tevlî danişînê nebûye û parêzerê wî Resûl Tamûr tevlî danişînê bûye.
Şandeya dadgehê, piştî danişînê bi îdîaya ku “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dolanî birîye.
Rojnameger Dolan li Amedê di dema qedexeya derketina derve de li mala xaltiya xwe de asê mabû. Mala xaltiya Dolanî li Sûrê, navçeyê Amedê de bû. Piştî 79 rojan Dolanî li mal tê derxistin û 15 meh di girtîgehê de dimîne.(AY)
*Çavkanî: AM