Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya Osman Kavalayî nirxandiye û biryara xwe daye. Kavala 1155 roj in kul i Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye.
Lijneya Giştî gotiye mafê azadiya şexsî û yê ewlehiya Kavalayî nehatiye binpêkirin. 7 endamên dadgehê gotine divê daxwaz werin qebûlkirin, lê ji ber ku 8 endaman gotiye na, serlêdana Kavalayî nehatiye qebûlkirin.
Osman Kavalayî ji ber sedema ku “biryara girtinê ne hiqûqî ye” û bi îdiaya ku “mafên wî yên azadiya şexsî û yê ewlehiyê hatine binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Beşa Yekem a Dadgeha Destûrî di civîna xwe ya 15ê Kanûna Pêşiyê de serlêdana Kavalayî nirxandibû û serlêdan şandibû Lijneya Giştî.
Parêzerên Kavalayî beriya niha jî bi heman awayî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn lê Dadgeha Destûrî di 22yê Gulana 2019an de ev serlêdan red kiribû. Di wê serlêdanê de 10 dengên na û 5 dengên erê hatibûn dayîn.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (HA/FD)