Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011an
Saet li derdora 19.17 deqîqeyan: 38 kesên ku temenê 17 kesan ji 18yan kêmtir bû, di saetên nîvro de ji gundên Robozik û Bêcihê bi rê ketine. Piştî ku ji wesayitên ji Zaxoyê hatine barê xwe yê ji mazot, şekir, pirinc û çayê pêk dihat hilgirtine, weke du koman ber bi Tirkiyeyê ve vegeriyane.
19.28-20.21: 5 guleyên ronîkirinê û 7 guleyên xerakirinê avêtine pêş karwanê.
21.03: Karwanên ku pê hisiyane lê hatiye girtin, biryar daye li nêzîkî sînorî bisekinin.
21.40-21.43: 2 balafirên F-16 yên Hêzên Çekdar ên Turkan ku ji Amedê firiyane, du bombe avêtine cihê her du kom lê ne.
22.02: Çend kesên ku ji her du koman qut bûne ber bi bakurî ve bi rê ketine, lê bombeyeke din avêtine ser wan.
22.24: Bombeya çaran avêtine koma duyem.
Salih Encu, Seyithan Enç, Muhammed Encu, Cihan Encu, Selman Encu, Mehmed Ali Tosun, Erkan Encu, Nadir Alma, Osman Kaplan, Ozcan Uysal, Zeydan Encu, Orhan Encu, Vedat Encu, Fadıl Encu, Şêrvan Encu, Şerafettin Encu, Şivan Encu, Savaş Encu, Karker Encu, Nevzat Encu, Mahsun Encu, Bilal Encu, Husnu Encu, Hamza Encu, Aslan Encu, Selam Encu, Adem Ant, Yuksel Urek, Bedran Encu, Salih Urek, Cemal Encu, Hüseyin Encu, Celal Encu, Serhat Encu…
Can dane.
9 sal di ser qetlîama Robozikê de boriye, lêpirsînnameya ku hatibû amadekirin betal kirin, serlêdanên malbatan qebûl nekirin.
Di encama Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) komeleya ku malbatên qurbaniya vekiribû girtin. Abîdeya Robozikê ya li Amedê rakirin. Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê û parêzerê malbatên qurbaniyan hate kuştin.
Yekem daxuyaniya derbarê qetlîamê de Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê demê dabû: “Li rexmî medyayê ji ber hestiyariya wan ez spasiya Serfermandar û fermandariyê dikim.”
Huseyîn Çelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) gotibû “Qilaban qezayeke operasyonê ye.”
Lêpirsîn bi biryara nepeniyê dest pê kiribû
Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsînname derbarê bombebaranê de amade kiribû û yekser biryara nepeniyê dabû.
Di vê navberê de li jêr Komîsyona Lêkolênê ya Mafên Mirovan a Meclîsa Gelî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Komîsyona Qilabanê ava kiribûn. Wezareta Berevaniya Netewî raporek pêşkêşî Komîsyonê kiribû. Lê ji ber ku Dozgeriya bi karên taybet erkdar a Amedê û Dadgeha Ceza û Aştiyê ya Qilabanê biryara nepeniyê dabûn, Wezaretê bersiva pirsan nedabû.
Rapora Komîsyona Jêr piştî salekê di 27ê Adara 2013an de hatibû pesendkirin. Ertûgrûl Kurkçu, Parlamenterê wê demê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Mêrsînê têbîniyek di rapora navborî de nivîsandibû û gotibû ku raporê pirs bê bersiv hiştine.
Piştî bi sal û nîvê şandibûn Dozgeriya Leşkerî
Serdozgeriya Komarî ya Amedê di 12ê Hezîrana 2013an de biryar dabû û gotibû ku ew ne erkdar in. Serdozgeriyê dosya şandibû Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê. Dozgerî di nava sal û nîvê de tenê nivîs ji Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) û Serfermandariyê û dezgehên fermî re şandibû û dokuman ji wan xwestibû.
Serpel Dûran Ispîr, li 2yem Fermandariya Filoyê ya Navgînên Asmanî yên Bêmirov (IHA) erkdar bû û di dema qetlîamê de kontrola IHAyê di destê wî de bû. Di pêvajoya lêpirsînê de gotibû “ji destpêka bûyerê wî her gotiye kesên di dîmenan de ne ‘qaçaqçî’ ne”.
Ispîrî gotiye ew li dijî guleberdanê ya bi ser koma nêzîk dibe derketiye û sedemên wê jî wiha diyar kiriye: “Li gorî tecrubeyên min yên berê û bi sedema ku wê encamên nebaş derxe holê’ ez li dijî guleberdana topan derketim. Min ev ji Serdar, Fermandarê Filoyê re jî gotibû. Di encamê de ji me xwestin ku em komê bi lazeran nîşan bidin. Asoxî min nîşan kirin. Balafiran êrîş kirin.”
Serfermandariyê doz bêencam hiştibû
Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê biryar dabû ku “hewceyê peyketinê” nîne.
Dozgeriyê bi van gotinan sedema xwe diyar kiribû: “Hatiye famkirin ku karmendên TSKyê li gorî biryarên Lijneya Wezîran û a TBMMyê yên navborî, wezîfeya ji wan re hatiye fermankirin pêk anîne, dema wezîfeya xwe pêk anîne ew xetaya ku divê nevê kirine, di encamê de ti sedem nîne ku doza li ser navê civakê were vekirin…”
Ji bo Necdet Ozel, Serfermandarê wê demê bi tohmeta ku “bandor li dadgehkirina edlî kiriye”, “nepeniya lêpirsînê binpê kiriye” lêpirsîn hebû lê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê biryar dabû ku “hewceyî pêketinê nîne”.
Endamê Dadgeha Destûrî: Gelekî şêweperest e
Malbatên qurbaniyan li dijî biryara Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê derketibûn lê ev serlêdana wan jî qebûl nekiribûn. Malbatan di 18ê Tîrmeha 2014an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Dadgeha Destûrî serlêdana malbadan di 26ê Sibata 2016an de red kiribû.
Dadgeh bêyî li dosyayê binêre, ji ber ku Nûşîrêvan Elçî, parêzerê sê serlêderan wekaletnameya xwe du rojan bi şûn de şandiye, ev biryar dabû. Biryara bi sedem a Dadgeha Destûrî di 23yê Adara 2016an de li ser Rojnameya Fermî weşandibûn.
Osman Paksut, endamê Dadgeha Destûrî têbiniyek di bin biryarê de nivîsandibû û gotibû, “di dema biryardayînê de gelekî bi şêweperest nêzîk bûne û dudilî bi min re çêbû ku ka lêkolîn hatiye kirin an na, Ji ber wê ez beşdarî biryara redkirinê nebûme.”
DMMEyê jî qebûl nekiribû
281 serlêdaran weke mexdûrên qetlîama Robozikê, di 23ê Tebaxa 2016an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabûn.
DMMEyê di 17ê Gulana 2018an de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bibîr xistibû û serlêdan qebûl nekiribû.
Ji niha û pê de wê çi bibe?
Neşat Gîrasûn, yek ji parêzerên malbatên qurbaniyan ji bianetê re gotibû, bi sedema ku piştî hewladan derbeyê hin pêşketinên nû çêbûne û hin delîlên nû derketine wan dîsa serî lê daye û niha dosyayeke vekirî ya lêpirsînê heye.
Parêzer her weha plan dikin ku serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî bidin. (AS/FD)