Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroyên Edene, Semsûr, Agirî, Enqere, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Bûrsa, Amed, Dîlok, Colemêr, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Riha û Wanê daxwaza pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê(DMME) kirine.
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryara serbest mayîna Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dabû.
Baroyan di daxuyaniyê de xwestine ku bila biryara DMMEyê bê cî bi cî kirin. Di daxuyanîyê de hatiye bibîrxistin ku Demîrtaşî ji Çiriya Paşiyê ya 2016an heta niha li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Ji ber vê DMMEyê di 20ê Çiriya Paşiya 2018an de biryar dabû ku Tirkiyeye Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê binpêkiriye û xwestibû Demîrtaşî azad bîmîne. Di gel vê biryarê Demîrtaşî tehliye nekirine.
Herweha baroyan gotine, “Divê bila neyê ji bîrkirin ku pêkneanîna biryarên DMMEyê, wê encamên weke derkirina ji Konseyê bi xwe re bîne. Divê biryar demildest bê cî bi cî kirin û Demîrtaşî azad bikin.”(EMK/AY)