Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / îngilîzî (1) (2) bitikîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê xwe de nirxandiye.
DMMEyê duh têkildarî Demîrtaşî biryara xwe aşkere kiribû û gotibû, Demîrtaşî demildest azad bikin.
Piştî vê Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê biryarê de daxuyanî daye û gotiye, “Ew biryar tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê sîstema hiqûqê bi deste hukumetê hatiye hilweşandin.
Demîrtaşî di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku aşkere bûye ev 6 sal e bi mebestên siyasî ew û hevalên xwe têne darizandin û diyar bûye ku ti tawanê wan nîne û kesên bûne sedema girtina wan tawanbar in.
Demîrtaşî weha gotiye, “Ev biryar tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê bi destê hikûmetê sîstema hiqûkê hatiye helweşandin. Tevî ku ev 4 sal e ez di girtîgehê de rehîne me, lê ji biryarê kêfxweş nebûme, berevajî ez xemgîn bûm. Bi rastî ez bi vê biryarê xemgîn bûm. Ji ber ku ez tenê bedela tinekirina demokrasiyê nadim, lê 83 milyon hemwelatî bi awayekî herî dijwar bedela wê yekê didin.”
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) derbarê biryara DMMEyê ya têkildarî Demîrtaşî de gotiye, “Sedemên biryarê di 100-150 rûpelan de hatiye vegotin. Pergela hiqûqa me wê vê biryarê binerxîne û li gor wê yekê helwesta xwe diyar bike.”
Çi bûbû?
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), duh(22ê Kanûna Pêşiyê 2020) biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de aşkere kiribû.
DMMEyê gotibû ku zindanîkirina Demîrtaşî bi sedemên siyasî pêk hatine û divê Demîrtaş azad bibe.
Parêzer Ramazan Demîrî biryara DMMEyê ji bianetê re wiha gotibû: “Li gorî vê biryarê divê Demîrtaş demildest azad bibe. Êdî ti bahane nemaye ku Tirkiye xwe bispêre wê.
Daîreya Mezin, di biryara xwe de gotiye ku Tirkiyeyê Xala 18em a Peymana Mafên Mirovan (PMME) binpê kiriye. Her weha xwestiye rewşa wî ya girtîbûnê demildest ji holê rakin.
Dîsa Tirkiye ji ber binpêkirina Xala 10em a derbarê azadiya xweîfadekirinê, Xala 5/1ê û 5/3yê yên derbarê mafê ewlehî û azadiyê, Xala 5/4ê ya mafê daraza di demeke guncav û ku dibêje divê girtin li gor hincetan be, dîsa Xala 3/1ê ya mafê hilbijartin û hilbijirînê, mehkûm bûye.” (EKN/AY)