Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Welatiyê ku xwestiye bi rêya balafirê pisîka xwe ji Dîlokê bişîne Îzmîrê, cem keça xwe, ji ber pisîk winda bûye doz li şîrketa kargoyê vekiriye.
Welatiyî ji bo şandina pisîkê bi şîrketeke kargoyê re li hev kiriye û pisîk radestî wan kiriye.
Pisîk wê bi rêya Şîrketa Asmanî ya Tirkan (THY) bişandana Îzmîrê. Lê paşê jê re gotine ku pisîk winda bûye. Welatiyî doz li THYyê vekiriye.
Daxwaza cezayê pereyan kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê 2yem Dadgeha Serfkaran a Dîlokê danişîna dozê pêk hatiye. Welatiyî gotiye ku ji ber pisîka wî winda kirine, ew dixwaze şîrket hezar û 600 lîreyî weke tazmînata madî û 10 hezar lîreyî weke tazmînata manewî bide wî û 5 hezar lîreyî jî weke tazminata manewî bide hevjîna wî.
Parêzerê şîrketê gotiye ti kêmasiyeke şîrketê nîne û ev divê cezayê dixwazin neye qebûlkirin.
Dadgehê biryar daye ku divê şîrket 200 lîreyî weke tazmînata madî û 3 hezar lîreyî weke tazmînata manewî bidin mêrikî û hezar û 500 lîreyî jî weke tazmînata manewî bidin hevjîna wî.
Parêzerê şîrketê biryar biriye ber deste 11em Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind jî ev biryar pejirandiye. (EMK/FD)