Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Nerazîbûnên li dijî girtina Dr. Şeyhmûs Gokalp, endamê Konseya Navendî yê qonaxa bere û endamê Lijneya Rûmetê ya Bilinda Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) didome. Gokalp, di Duşema 23ê Çiriya Paşiyê ya 2020an de hatibû girtin.
TTByê daxuyaniyek nivîskî daye û daxwaz kiriye ku bila Gokalpî bi awayê negirtî were dadgehkirin.
TTByê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku ji bo girtina Dr. Şeyhmûs Gokalpî 2 sedem hatiye nişandan û weha gotiye:
“Yekem, hatiye îddakirin Gokalpî tevlî civîna platformek bûye ku Gokalpî bi israr gotiye ez tevlî nebûme. Tu belge û delîlekî li berdest nîne ku Gokalp tevlî civînê bûye. Li gel vê yekê weke gumana sûc ya bi hêz hatiye qebûlkirin.
Duyem, derewên îtirafker e. Îtirafker di sala 2016an de teslîm bûye û derbarê gelek kesan de îfade daye. Navê Dr. Şeyhmûs Gokalp di nav îfadeyên îtirafker yên dema teslîm bûnê de daye, nîne. Ji ber sedemekî nayê zanîn îtirafker 3 sal piştî teslîmbûnê di 26ê Adara 2019an de Dr. Şeyhmûs Gokalp jî di nav de derbarê gelek doktoran de bi derewan îfade dabû.”
Sazî û rêxistinên navneteweyî yên weke Yekitiya Doktorên Cîhanê(WMA), Komîteya Daîmî ya Doktorên Ewropayê (CPME), Konseya Rehabîlîtasyona Navneteweyî ya Mexdûrên Îşkenceyê(IRTC), Rêxistina Tekoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) û Federasyona Mafên Mirovan ya Navneteweyî(FIDH) ji bo serbest mayîna Dr. Şeyhmûs Gokalpî ji Serokomarî, Wezareta Dadê, Wezareta Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê û Balyozxaneyên Tirkiyeyê yên Yekitiye Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî re name şandine.
TTByê destnîşan kiriye û gotiye, “Dr. Şeyhmûs Gokalp, endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind ya me bêsûce, em li gel têkoşîna wî ya mafdar in. Girtina Gokalpî bêhiqûqiye, divê demildest bê berdan û weke negirtî bê dadgehkirin.”(EMK/AY)