Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) têkildarî 5emîn salvegera operasyon û qedexeya derketina derve ya li Şirnex û Cizîrê daxuyanî daye.
HDPê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku dorpêçkirina bajaran a salên 2015 û 2016an di bin navê qedexeya derketina derve de hatiye kirin, yek ji hovîtî, binpêkirina mafên mirovan û bêhiqûqiya herî mezin a vê erdnîgariyê bû û weha gotiye:
"Qedexeya derketina derve ku 16ê Tebaxa 2015an li navçeya Gimgima Mûşê dest pê kir, di 14ê Kanûna 2015an de li navçeya Cizîrêya Şirnexê bi dorpêçkirina navçeyê gihîşt asteke nû û vê kiryara faşîzan û êrişkar tevî Silopiya, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Gimgim, Farqîn û Sûrê li 11 bajar û 49 navçeyan dewam kir, bû sedema qirkirineke mezin a mirovî û civakî."
Di raporên Ewropa û NYê de jî behsa vê bêhiqûqiyê hatine kirin
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî(NY), Parlamenta Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek saziyên din ên navneteweyî bi raporên xwe bal kişandine ser vê bêhiqûqiyê.
HDPê bi bîr xistiye ku di rapora komîsyona bi serokatiya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad El Huseyîn de ku 10ê Adara 2017an hatiye amadekirin. Di wê raporê de hatiye gotin ku di nava 18 mehên wê demê de di operasyonan de 2 hezar kes mirine.
HDPê weha gotiye, “li gorî lêkolînên saziyên mafên mirovan ên serbixwe di navbera milyon û 500 hezar mirov û milyon 800 hezar mirovî ji mafê jiyanê, ewlekariyê û azadiyê bêpar hatin hiştin û di vê dorpêçkirinê de ya li bajarên Kurdan ku ji bo têkbirina rewşa civakî-çandî, civakî-aborî û siyasî ya bajarên Kurdan hatiye meşandin û hatiye xwestin ku herêmek ji nû ve bê dîzaynkirin, ji bo pêkhatina vê yekê her cûre amûrên hovîtiyê hatin bikaranîn.”(AS/AY)