Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Gelî (HHB) aşkere kiriye ku parêzer Aytaç Unsal hatiye girtin. Duh Wezareta Karûbarên Derve diyar kiribû ku dema dixwest derkeve ji derveyî Tirkiyeyê, li Edîrneyê hatiye desteserkirin.
Unsal ji ber ku rojiya mirinê digirt, cezayê lê hatibû birin, cemidandibûn û tehliye kiribûn. Ev biryara cemidandinê bidawî bûye û ew şandine Girtîgeha Tîpa Tyê ya Edîrneyê.
HHB: Hîna tê dermankirin
HHByê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandiye:
“Girtina Unsalî bi awayekî vekirî xetereyê li ser tenduristiya wî çêdike. Ji ber tenduristiya wî ne baş bû, biryar hatibû dayîn ku cezayê lê hatibû birin bicemidînin. Lê sedema cemidandinê ji holê ranebûye. Unsal hê jî tê dermankirin.”
Avukat oğlum Aytaç Ünsal 3 Eylül 2020 de ölüm orucunu sonlandırdı. Tedavi için götürdüğümüz hastahane yönetimine baskı yaparak tedaviyi engellediniz, Istanbul Hakimevine taşındık oradada rahat bırakmadınız gece saat 01de arandık ve orada kalamayacağımız söylendi. pic.twitter.com/bxPepOdYye
— Nihat ÜNSAL (@NihatNSAL14) December 10, 2020
Nîhat Unsal, bavê Aytaç Unsalî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî fotografê kurê xwe weşandiye. Di vî fotografî de xuya dibe ku birin li ser rûyê Aytaçî hene.” (TP/FD)